TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Amerîka hêzên xwe yên li NATOyê kêmtir dike

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 26 gulan 2026 17:10
Hat îdiakirin ku Amerîka piştgiriya xwe ya leşkerî bo NATOyê dê kêmtir bike û ji bo vê hişyarî daye hevalbendên xwe yên li Ewropayê.

RûpelNews - Li gor nûçeya Der Spiegel a Almanyayê hefteya borî li Brukselê di baregeha NATOyê de civînek hat lidarxistin û di vê civînê de rayedarekî ji Pentagonê ji hevalbendên xwe yên Ewropayî re qala planên Trump kir ku li beramberî vê rayedarên Ewropayî matmayî mane.

Nûnerê Wezîrê Bergirî yê Amerîkayê Alexander Velez-Green Amerîka plan dike ku hêzên xwe yên li nava NATOyê dê kêmtir bike.

Di çarçoveya vê plansaziyê de hejmara balafirên bêmirov, balafirên şer, keştiyên şer û hêzên behrevaniyê dê bên kêmkirin.

 

 

Parve bike: