Amerîka: Hevdîtina bi Îranê re di asteke baş de ye
RûpelNews - Digel berdewamiya danûstandinên Amerîka û Îranê ya bi navbeynkariya Pakîstan û Qeterê berdewam dikin, Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance ku di şandeya Amerîkayê de cîh digire daxuyanî dan.
Vance got: "Em agirbesteke herêmî dixwazin" û lê zêde kir: "Me ji bo peymaneke serkeftî bingeheke pir zexm danî. Danûstandinên teknîkî dê di hefte û rojên pêş de berdewam bikin."
Vance ragihand ku Îranê qebûl kiriye ku dîsa mufetîşên Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî vexwîne welatê xwe û dibe ku vê hefteyê ew mufetîş dê dest bi kar bikin.
Derbarê Tengava Hurmuzê de Vance tekez kir ku tendav vekirî ye.
Nexşerêya 60 rojî
Di vê navberê de, Serokwezîrê Pakîstanê Şahbaz Şerîf ragihand ku danûstandinên di navbera Îran û Amerîkayê de yên ku li Swîsreyê hatibûn kirin, bi serkeftî bi dawî bûn.
Şerîf destnîşan kir ku danûstandin di atmosfereke erênî û avaker de pêk hatin û lê zêde kir ku pêşketineke teşwîqkar çêbû.
Şerîf ragihand ku li ser nexşerêyeke 60-rojî ya ber bi lihevkirineke dawî ve di navbera Tehran û Washingtonê de lihevkirinek pêk hat û komîteyeke payebilind ji bo çavdêriya siyasî hat avakirin.