Amerîka gestên ji Çînê ber bi Amerîka qedexe dike
PeyamaKurd - Amerîka roja Çarşemê piştî 16ê Hezîranê qedexe danî ser balafirên rêwîngan yên Çînê ku difirin Amerîkayê.
Amerîka jî fişaran li Pekînê dike ku destûra geştên Amerîkî bide ku ji nû ve dest pê bike di demeka nakokî di navbera her du aboriyên herî mezin yên cîhanê da didome.
Ew bizava ku ji hêla Wezareta Veguhestinê ya Amerîkî ve hatiye ragihandin, Çînê ceza dike ji ber ku ew pêgiriya peymana heyî ya firînan di navbera her du welatan da nake.
Têkilîyên Amerîka û Çînê di mehên dawiyê da aloz bûne ji ber nakokiyên koronayê û bizava Çînê ku qanûna nû ya ewlehîya netewî bo Hong Kongê li dar dixe. Ferman bandora xwe li Air China, China Eastern Airlines, China Southern Airlines û Hainan Airlines, û her wiha hêlên esmanî yên piçûk Sichuan Airlines û Xiamen Airlines Co dike.
Hêlên Esmanî Delta û Uinted dixwazin ku wê mehê dest bi firînan bikin bo Çînê. Hêlên esmanî yên Çînê di dema pandemiyê da jî firînên xwe bo Amerîkayê domandin.
Rêveberiya Trumpî 22ê Gulanê hikumeta Çînê tawanbar kir ku ew zorê dide hêlên esmanî yên Amerîkayê da ku seferên xwe bo Çînê dest pê bikin û ferman da çar hêlên Çînê da ku bernameya xwe ya firînê bidin hikumeta Amerîkî.