Amerîka êrîş bir ser Îranê: Operasyon bi dawî bû
RûpelNews -
Rakêşiya leşkerî di navbera Washington û Tahranê de berdewam e. Îranê helîkoptereke Apache ya Amerîkayê ku li herêma derdora Kendava Hurmuzê digeriye xist.
Serokê Amerîkayê Donald Trump teqez kir helîkopter hatiye xistin û diyar kir, "Divê Amerîka bersiva vê êrîşê bide."
Çapemeniya Îranê ragihand ku li giravên Îranê Kîş û Qeşm, û her wiha li bajarê benderî Sirîk dengê teqînan hatine bihîstin.
Di heman demê de, daxuyaniyek ji aliyê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ve hat weşandin.
Di daxuyaniyeke ku li ser hesabê X yê CENTCOMê hate weşandin de, hat gotin: "Hêzên Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), li ser fermana Fermandarê Giştî, duh wek bersiv ji bo xistina helîkoptera Apache ya Artêşa Amerîka, li dijî Îranê êrîşên xweparastinê pêk anîn. Operasyon bersiveke li gorî pîvanê ye ji bo êrîşa bêencam a Îranê."