Jiyan
Amerîka: Em ê hewl bidin Azerbaycanê ji nav erda Ermenistanê derxin
PeyamaKurd - Şêwirmendê Serokê Amerîkayê yê Ewlehiya Navdewletî Jake Sullivan got, Amerîkayê wê daxwaza vekişîna leşkerên Azerbeycanê ji Ermenistanê bike.
Jake Sullivan di pêwendiyeke telefonî de ji Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşînyan xwest, divê Ermenistan bêhna xwe fireh bike û bikaribe ne bi rêya şer bi rêya dîplomasiyê pirsgirêkê çareser bike.
Sullivan, herwiha metirsiya xwe li ser dîlên Ermenî yên di destê Azerbaycanê de anî ziman.
Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Ermenistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku kirinên artêşa Azerbaycanê yên li ser erda Ermenistanê nayên qebûlkirin ku Wezareta Berevaniya Ermenistanê jî 12ê Gulanê dabû xuyakirin ku artêşa Azerbaycanê derbasî herêma Sîyonîk a Ermenîstanê bûye.