Jiyan
Amerîka: “Em ceribandina S-400 an sermezar dikin”
PeyamaKurd – Amerîka li ser mijara ceribandina sîstema fuzeyên S-400 yên ku Tirkiye ji Rûsyayê kirîbû peyamekî belav kir. Peyam ji aliyê berdevka wezareta karên derve ya Amerîkayê de hat belavkirin. Peyama berdevka wezaretê ya Morgan Ortagus wehaye.
“Eger bê piştrastkirin ku hevkarê NATO yê û hem hevkarê stratejîk yê Amerîkayê, Tirkiye, ceribandina sîstema S-400an kiriye ku bi berpirsiyariya wê re qet lihev nake, em ceribandinê şermezar dikin.”
Amerîka ragihand ku bikaranîna sîstema S-400an bo ewlehiya sîstema wan û NATO yê xetere lê ajansa Reutersê xebera ceribandinê ji duhî de belav dike û parlementerên AKP yî di ser hesabê xwe yê medya civakî de video ya ceribandinê belav kirine.