Jiyan
Amerîka dorpêçê danî ser sîrketeka elektrîkê
Wezareta Xezînê ya Amerîkayê ragihand ku ew li Tirkiyê dorpêçê daniye ser şîrketa bi navê Profesyoneller Elektrik.
Hukumeta Amerîkayê ragihand ku ne tenê li Trikiyê lê li Filipinê û Somaliyê bi sedema ku piştgiriyê dane İŞİDê dorpêçê danî ser 3 şîrketan.
Li gor nûçeya ajansa Reutersê li Tirkiyê şîrketa bi navê Profesyoneller Elektronik ku xwediyê wê Yunus Emre Sakarya ye, bi sedema ku ji İŞİDê re perçeyên bo balafirên bê mirov çêdike û amade dike, dorpêçê daniye ser.