Jiyan
Amerîka dorpêçê danî ser 5 Îraniyan
PeyamaKurd- Wezareta Xezînê ya Amerîkayê biryara dorpêçê bo 5 Îraniyan da. Her 5 Îranî ew kesin ku di avêtina fuzeyên ji aliyê Hûsiyên Yemenî de, bo ser Erebistana Si’ûdî pisporin û sedemên avêtina wan fuzeyên balistik in.
Wezareta Xezînê ya Amerîkayê ragihand ku ew her 5, têkildarin bi Parêzvanên Şorişa Îranê ve. Her 5 kesên ku birayara dorpêçê li ser wan in ev in: Mehdî Azarpişeh, Muhammed Caferî, Mehmûd Kazimabad, Cewad Şîr Amîn û Seyîd Muhammed Tahranî.
Her 5 kesên navborî di şerê navbera Erebistanê û Hûsiyên Yemenê de, fuzeyên balîstîk dane Hûsiyan, pisporiya teknîkî dane wan û rê dane ku Erebistan bibe hedefa êrîşên fuzeyî.