Jiyan
Amerîka dixwaze Tirkiyeyê ceza bike
PeyamaKurd - Nivîskar û rojnamevanê navdar yê Alema Erebî Ebdulbarî Etwan îdîa kir ku Amerîka dixwaze Sûriyê bike sê parçe û Tirkiyê jî ceza bike.
Ebdulbarî Etwan, di nivîsa xwe ya li rojnameya Rayî El Yewm de behsa geşedanên Rojhilata Navîn bi taybet jî Sûriye Iraq û Tirkiyê kir.
Etwan di nivîsa xwe de got Amerîka dixwaze Sûriyê jî wek Iraqê dabeşî ser Kurd Ereb û Sunniyan bike û herwiha dewletên li navçeyê biçûk bike.
Etwan anî ziman ku Tirkiye bi tena serê xwe nikare li hemberî vê plana Amerîkayê bisekine, eger bi cîranên xwr Sûriye Iraq û Îranê re hevkariyê neke.
Ew dibêje:
"Lê belê Tirkiye baweriyê nade dostên xwe. Rojekê bi Rûsyayê re hereket dike. Roja din piştgiriyê dide êrişa Amerîkayê ya li dijî hevpeymana Rûsyayê."