TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Amerîka dê li Încîrlîkê bimîne

📅 25 adar 2018 21:54

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku dê Amerîka li binkeya eskerî a Încîrlîkê bimîne û îdîayên valakirinê ne rast in.

Hatibû îdîakirin ku Amerîka dê ji binkeya Încîrlîkê vekişe. Li ser hesabê CENTCOMê hat ragihandin ku Amerîka ne ji binkeya Încîrlîka Tirkiye û ne jî ji binkeya Ebû Ûbeyda Qeterê venakişe.

Têkiliiyên Tirkiye û Amerîkayê di van heyamên dawiyê de ber bi rewşeke krîtîk ve diçin û daxuyaniyên Erdogan yên van rojên dawîn balê dikişînin ser helwesta Amerîkayê.

Berî niha Almanya ji baregeha Încîrlîkê vekişiyabû.

Parve bike: