TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Amerîka: Dê Esed tevahiya Sûriyê kontrol bike

📅 31 rêbendan 2019 18:14

PeyamaKurd – Dîrektorê Îstixbarata Netewî ya Amerîkayê Dan Coats da xuyakirin ku îhtîmal heye Beşar Esed li dahatuyê tevahiya erdên Sûriyê bixe jêr kontrola xwe.

Coats di hevdîtina ligel Senatoyê de, derbarê Esed de got, “Beşar Esed li hember piraniya dijberên xwe bi ser ket û niha dixwaze hemû erdên Sûriyê ji nû ve bi dest bixe.”

Dan Coats diyar kir, “Rejîm dê xwe ji nakokiyên ligel Îsraîl û Tirkiyê dûr bixe û berê xwe bide ji nû ve  kontrolkirina herêmê.”

Parve bike: