TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Amerîka Brîtanyayê tehdîd kir

📅 13 tebax 2018 16:45

PeyamaKurd- Balyozê Amerîka yê li Brîtanyayê Woody Johnson bo rojnameya Brîtanî ya bi navê The Telegraphê, edîsyona wê ya bazarê nivîsek nivîsand û di nivîsê de got ku divê dewleta Brîtanya bo dorpêça ser Îranê alîkariyê bide Amerîkayê. Eger destekê nede Amerîkayê wê encamên ji dil yê bûyerê qebûl bike.

Johnson di nivîsa xwe de got ku Îran pere did estê xwe de bo şerên wekaletan û di derveyê welat de bo tevgerên dijminane bikartîne û got ku divê rêvebiriya Londra “hêza dîplomasiya xwe ya bi qedir û erka xwe” bikarbîne. Johnson weha dewam kir:

" Serok aşkera gotibû. Yên ku berjewendiyên xwe yên bazirganî li Îranê deynin pêşiya fêdeyên dinyayê, wê di bazirganiya xwe ya bi Amerîka re, rîska encaman bidin ber çav.”

Hefteya borî wezîrê Brîtanî yê ku ji Rojhilata Navîn berpirse Alistair Burt piştgiriya peymana bi Îranê re kiribû û weha gotibû: “ Me zelal kiribû ku peymana nukleerî bo ewlekariya herêmê perçeyeka gelek girîng e. Bera jî ew em difikirin ku bo herêmê girînge û em bi peymanê re girêdayîne ku gelek hevkarên me qebûl kirine.”

Yek ji refadrê peymanê Almanyaye ku wezîrê aboriyê yê Almanyayê Altmaier do weha gotibû: “ Bi welatên din re, di mijara bazirganiyê de, em qebûl nakin ku Washington bi zorê bike.”

Parve bike: