Cîhan
Amerîka baregeha hewayî ya Kerkûkê fireh dike
PeyamaKurd- Parlementerê berê yê Iraqê Şahawan Abdullah ragihand ku wê Amerîka baregeha xwe ya hewayî ya Kerkûkê ya bi navê K1 ê fireh bike. Di van rojan de tevegerek germ di baregehên Amerîkayê yên li Kurdistanê û Iraqê hene. Abdullah weha dewam kir:
“Tevger ne tenê li baregeha Kerkûkê ya K1 ê ya hewayî heye lê li Enbarê li baregeha Eyn-ul Esed, li ya Selahaddîn û li ser sînorê Iraq û Sûriyê heye.”
Ji endamên meclisa Kerkûkê Muhammed Kemal jî ragihandiye ku leşkerên Amerîka hatine baregeha Kerkûkê û lê dimînin lê bi çi armancê hatine nizane. Kemal weha dewam dike:
“Di demên dawiyê de êrîşên DEAŞê di nava sînorê Kerkûkê de zêde bûne. Hêzên Iraqê nikarin wan kontrol bikin. Di vê babetê de hatina leşkerên Amerîkî gaveka erêniye.”