TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Amerîka baca îlawe ya gumrikê datîne ser alavên bi elektrîk yên malên Çînê

📅 14 gulan 2024 20:44

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden ji bo alavên Çînê yên elektrîkê, panelên rojê û alavên weka pola baca gumrikê yên îlawe datîne ser wan. Amerîka Çînê sûcdar kir ku di bazirganiyê de tiştên ne adilane dike û wê baca %100 ya gumbiyê deyne ser alavên bi elektrîkê dixebitin.

Amerîka Çînê sûcdar dike ku bi transfera teknolojiyê û mafên mulkiyetê yên fikrî alavên erzan dixe bazarê û bihayê bazarê dadixîne û biryarê da ku %100 baca gumrikê ya îlawe deyne ser malên Çînê.

Wezareta bazirganiyê ya Çînê jî ragihand ku wê mafên xwe biparêzin û serokê Amerîkayê Joe Biden naxwaze Çîn bikeve bazara dinyayê û dixwaze bazirganiya Çînê asteng bike û nehêle Çîn pêş bikeve.

Parve bike: