Jiyan
Amerîka 4 helîkopterên Chinook da Tirkiyê
PeyamaKurd- Sefareta Amerîka ya Tirkiyê di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku 4 helîkopterên Chinookan li lîmana Îzmîrê teslîmê fermandariya giştî ya hêzên bejayiyê yê Tirkiyê kirine. Balyozxane weha ragihand:
“Tirkiye niha xwediyê helîkopterên ku bi teknolojiya herî nûjen ya ku barê giran hildide ye. Alava hewayî ya bi per ya hewayiye.”
Balyozxane di ser hesabê xwe yê twitterê de vîdeoya helôkterê ya dema ku radibe, nîşan da.