TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

American Airlines ji roja înê heya îro 2 hezar seferan betal kir

📅 01 mijdar 2021 23:52

PeyamaKurd – Şîrketa karên hewayî yê American Airlines bi sedema nexweşîna kêşûhewayê û kêmasiya xebatkaran îro 250 seferan betal kir. Şîrket ji roja înê ve heya niha 2 hezar seferên xwe betal kir. Şîrketê ragihand ku li hinek navendên balafirgehan bi sedema şertên hewayî û kêmasiya xebatkaran vê biryarê daye.

Di peyama şîrketê de; di roja 28 ê cotmehê de Dallas-Fort Worth jî di navde, bayê xwurt û şertên hewayî yên xerab, bandorê li navendên seferan kiriye û di destê xebatkaran de ti erkekî nehiştiye. Ji ber betalkirina seferan gelek rêwî mehsûr mane û perîşan bûne.

American Airlines, ragihandibû ku do 1058 seferan, roja şemiyê 548 seferan û roja înê 343 seferan betal kiriye.

Li gor van rêjeyan zerara şîrketê li dora 75 mîlyon dolaraye ji bilî zerara rêwiyan.

Parve bike: