Amedsporê Serkan Reçber erkdar kir
RûpelNews - Amedsporê di çarçoveya amadekariyên xwe yên ji bo sezona nû de, Serkan Reçber wek rêveberê werzişî erkdar kir.
Di daxuyaniyekê de ji aliyê yaneyê ve hat ragihandin ku li gorî avaniya werzişî ya sezona 2026/2027an, bi Serkan Reçber re lihevkirine.
Di daxuyaniya Amedsporê de hat destnîşankirin ku Reçber ji ber zanîn, tecrube û vîzyona xwe ya futbolê di nav civaka futbolê de xwedî cihekî girîng e û wiha hat gotin: "Em xêrhatina wî bo malbata Amedsporê dikin û di rola wî ya nû de serkeftinên herî baş jê re dixwazin."
Bi vê erkdarkirinê, tê payîn ku plansaziya Amedsporê ya ji bo sezona nû di bin banê avaniya rêveberiya werzişî de şêwe bigire. Serkan Reçber dê di pêvajoya transferê, avaniya tîmê û organîzasyona futbolê de roleke çalak bilîze.