TR KU AR
FB X IG
Aborî

Amedsporê futbolîzekî din xist nav rengên xwe

📅 17 îlon 2020 20:31

PeyamaKurd – Tîma futbolê Amedspor, ji tîma Bandirmaspor gogbazê bi navê Halil İbrahim Sonmez  transferî tîma xwe kir.

Tîma Amedspor ku ji bo werza nû ya futbolê xebatên xwe yên tranfersê û bihêzkirina tîma xwe berdewam dike, herî dawî ji tîma Bandirmaspor ku di lîga 2yem a Sor de ye Halil İbrahim Sonmez tevlî qedroya xwe kir.

Sonmez bi merasîme beşdariya Serokê Amedsporê Vechettin Alsaç îmzeya hatina nav Amedsporê avêt.

Sonmez ji bingeha Trabzonsporê tê û di tîmên futbolê yên lîga yekem a Tirkiyê; Konyaspor û Çaykur Rizesporê de jî gog bezandiye.

Parve bike: