Amedspor sibê bi ser keve derbasî Super Lîgê dibe
RûpelNews - Tîma duyemîn a ku dê piştî Erzurumsporê derbasî Super Lîgê bibe, dê yan Amedspor be yan jî Esenler Erokspor, ku bi puanên wekhev dikevin hefteya dawî.
Di hefteya dawî de, Esenler Erokspor dê mazûvaniya Pendiksporê bike, di heman demê de Amedspor jî li deplasmanê bi Îdirsporê re bilîze.
Piştî ku Amedspor di maça lîgê ya li Stenbolê de Esenler Erokspor bi 2-1 têk bir, ew ê di dawiya sezonê de, heke pûan wekhev bin, li pêşiya hevrika xwe bimîne, ji ber ku di maça li Diyarbekirê de bi 0-0 wekhev mabûn.
Heta niha her du tîm jî beşdarî Super Lîgê nebûne.
Şahê golan a fitbolîstê Amedsporê Mbaye Diagne yê ku di lîgê de 28 gol tomar kirine lê di du maçên xwe yên dawî de nekarîye golê biavêje, tenê du golên din jê re lazim in ku ji sezona 2001–2002an û vir ve bibe golkerê herî baş.
Heke Diagne di maça pêş de ya li hember Îdirsporê du golan tomar bike, ew ê rekora ku niha di destê Marco Paixao de ye bişkîne, yê ku di sezona 2018-2019an de ji bo Altayê 29 gol tomar kiribûn.