TR KU AR
FB X IG
Sîpor

Amedspor hat cezakirin

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 10 nîsan 2026 11:54
Komîteya Disîplînê ya Futbola Profesyonel a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (PFDK) di civîna xwe ya di 9ê Nîsana 2026an de, derbarê doza disîplînê ya maça Amedspor–Bolusporê de biryarek da.

RûpelNews - Komîteyê ji ber bûyerên li qada lîstikê 110 hezar lîre û ji ber bikaranîna neqanûnî ya belgeyan 120 hezar lîre cezayê pereyan li Amedsporê birîn. Bi vî awayî, cezayê giştî yê li ser klûbê hatiye birîn gihîşt 230 hezar lîreyî.

Derbarê şandina dozê ya têkildarî îdiaya ketina temaşevanên bêdestûr bo yarîgehê, Komîteyê biryar da ku ji bo cezayê pereyan tu bingehek tune ye, ji ber ku hêmanên binpêkirina dîsîplînê nehatine îsbatkirin.

Cezayên pereyan ji bo berpirsên yaneyê

PFDKê ji ber beşdarbûna di bikaranîna belgeyên bêdestûr de, ji bo mehekê cezayê rawestandinê li ser berpirsên kulûbê Osman Can Yuksel û Mehmet Yuksel birî.
Berpirsê klûbê Omer Gonuç ji ber pabendnebûna bi rênîşandanên derbarê ketina temaşevanên bêdestûr bo stadyûmê de, bi 20 hezar lîre hate cezakirin.

Lîstikvanê Bolusporê ji du maçan hat menkirin

Di heman maçê de, lîstikvanê Bolusporê Dean Lîco jî ji ber faûleke giran a ku li dijî lîstikvanekî dijber kiribû, ji bo du maçên fermî hate menkirin.
 

Parve bike: