TR KU AR
FB X IG
Sîpor

Amedspor formaya kesk û sor û zer diyarî Erdogan kir

📅 13 tebax 2026 17:27
Serokê Amedsporê Nahit Eren, li Enqereyê serdana Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan kir. Di hevdîtinê de, formaya Amedsporê ya bi rengên kesk û sor û zer diyarî Erdogan hat kirin.

RûpelNews - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li Koşka Serokomarî (kulliye) rêvebir, rahêneran û lîstikvanên tîmên ku derbasî Super Lîgê bûn ezimand.

Di nav beşdaran de tîma Amedsporê jî hebû.

Serokê Amedsporê Nahit Eren, rahênerê tîmê û lîstikvanên tîmê di hevdîtinê de amade bûn.

Nahit Eren formaya Amedsporê ya bi rengên kesk û sor û zer lê bûn diyarî Erdogan kir.

 
 

Parve bike: