TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Amedsporê dawî li karê rahênerê tîmê anî

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 27 nîsan 2026 14:42
Rêveberiya Amedsporê biryara bidawîanîna karê rahênerê tîmê Mesut Bakkal da.

RûpelNews - Ji bo bidawîbûna sezona Lîga 1emîn a TFFyê hefteyekê mabû ku ji klûba Amedsporê biryareke balkêş hat dayîn.

Tîma kesk û sor ragihand dawî li karê rahênerê tîmê Mesût Bakkal anîn û ji vir şûn de ligel wî dê nexebitin.

Di daxuyaniyê de ku li ser hesabê medyaya civakî ya Amedsporê hate weşandin, hat ragihandin ku ji bo sezona nû bi Bakkal re lihevkirinek nehat kirin û ji bo keda hat dayîn spasiya Bakkal hat kirin.

Amedspor di lîga yekem de bi 73 puanan di rêza 3 em de cîh digire. Herî dawî li yarîgeha xwe li Diyarbekirê li hemberî Bodrumspor lîst û encama maçê 1 û 1 qediyabû. Alîgirên Amedsporê bertek û nerazîbûnên mezin nîşanî tîmê dan ku du puan ji dest dan.

Hefteya bê Amedspor bi Îdirspor re dileyize eger Amedspor bi ser keve yekser diçe Lîga Sûper.

Parve bike: