TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Almina Agaoglu jîyana xwe ji dest da

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 03 gulan 2026 13:42
Almina Agaoglu ya 11 salî ku di êrîşa dibistanê ya li Mereşê de birîndar bûbû, li nexweşxaneya ku 18 roj bûn lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

RûpelNews - Almina Agaoglu ya ku di êrîşa Îsa Aras Mersinli (14) de bi 5 çek û 7 şarjorên bavê xwe, sermufetîşê polîsan Ugur Mersinli, li Dibistana Navîn a Ayser Çalik a li navçeya Onikişubat a navenda bajêr bi du guleyan li serê xwe birîndar bûbû, îro sibê li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Cenazeya Almina Agaoglu ji nexweşxaneyê birin morga Saziya Tiba Edlî ya Maraşê. Agaoglu piştî otopsiyê dê li Goristana Bajêr a Kapiçamê were veşartin.

Digel Almina Agaoglu, hejmara kesên ku di êrîşê de mirine gihîştiye 10an. Îsa Aras Mersinli jî di pevçûna ku di êrîşê de qewimî de jiyana xwe ji dest da.

Parve bike: