TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Almanya wexta mayîna leskerên xwe li Herêma Kurdistanê dirêj kir

📅 08 cotmeh 2022 01:15

PeyamaKurd – Almanya di çarçovceya têkoşîna NATO yê ya li hemberê IŞİDê de, wextê dirêjkirina wezîfa leşkerên xwe ya li Herêma Kurdistanê heya 31 ê cotmeha 2023an dirêj kir. Bende ne ku encumena wezîran ya Almanya di 21 ê cotmehê de di meclisa federal de biryarê tesdîq bike.

Almanya sala borî jî wextê wezîfekirina leşkerên xwe yên li Herêma Kurdistanê heya 31 ê cotmeha 2022an dirêj kiribû. Jimara leşkerên xwe ji bo Iraqê û Herêma Kurdistanê bi 500 leşkeran sînor kiribû.

Leşkerên Almanya xizmeta perwedê û şêwirmendiyê dide artêşa Iraqê û Pêşmerge ya li hemberê IŞİDê de.

Parve bike: