Almanya rewşa Îran û Îsraîlê ji nêz ve dişopîne
RûpelNews - Wezareta Karên Derve ya Almanya ragihand ku rewşa li Îran, Îsraîl û herêmê bi baldarî tê şopandin.
Herwiha hat diyarkirin ku bi balyozxaneyên Almanya li Îran û Îsraîlê û bi nûnertiyên din ên herêmê re têkiliyek nêzîk û domdar heye.
Odeya krîzê tê civandin
Hat ragihandin ku Odeya Krîzê ya Hikûmeta Federal dê îro li Wezareta Karên Derve bicive û rewşa ewlehiyê binirxîne.
Bang li hemwelatiyên Alman
Wezaret bang li hemwelatiyên Alman ên ku li Îran, Îsraîl û welatên din ên herêmê ne kir ku xwe di pergala ELEFAND de tomar bikin.
ELEFAND pergaleke agahdarkirin û amadehiya krîzê ye ku ji bo hemwelatiyên Alman ên li derveyî welêt hatiye afirandin. Herwiha hat xwestin ku hemwelatî ji bo ewlehiya xwe li pey rêwerzên rayedarên herêmî biçin û agahiyên ewlehiyê bi domdarî bişopînin.