Almanya: Ev ne şerê NATOyê ye
RûpelNews - Kornelius di konferanseke çapemeniyê de ku li Berlînê hat lidarxistin, li ser şerê Îranê daxuyaniyek da.
Berdevkê Alman got, "Ev ne şerê NATOyê ye. NATO hevpeymaneke parastinê ye. Divê hikûmeta almanî her weha bi zelalî çarçoveya hevpeymaniyê û helwesta xwe ya derbarê beşdarbûna di vî şerî de binirxîne."
Kornelius lê zêde kir ku berfirehkirina operasyonên leşkerî dê ji bo hevkarên din ên li Rojhilata Navîn û herêma Kendavê metirsiyên girîng çêbike.
Hikûmeta almanî gelek caran diyar kiriye ku ew dê beşdarî êrîşên Amerîkayê yên li ser Îranê nebe.
Trump hişyarî da Ewropa û NATOyê
Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku ew ji hevpeymanên xwe piştgiriyê hêvî dikin da ku ewlehiya li Kendava Hurmuzê misoger bikin.
Trump diyar kir ku eger welatên Ewropa û endamên din ên NATOyê tiştên pêwîst bikin, dibe ku NATO bi "pêşerojeke gelek tarî" re rû bi rû bimîne û wiha got:
"Me her tim piştgiriya hevpeymanên xwe kiriye, lê wan her tim piştgiriya me nekiriye. Eger Ewropa û hevpeymanên me yên din ji bo vekirina Kendava Hurmuzê piştgiriya me nekin, pêşerojeke gelek tarî li benda NATOyê ye."
Serokê Amerîkayê her wiha diyar kir ku ew li benda piştgiriya leşkerî ya ji hevalbendên ewropî ne û ew bi welatên cuda re derbarê Kendava Hurmuzê de danûstandinan dikin.