TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Alîgirên partiyên ku ji encamên hilbijartinan nerazî ne rêya Kerkûk-Bexdayê girtin

📅 18 cotmeh 2021 14:53

PeyamaKurd – Piştî encamên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê hatin eşkere kirin hin aliyên siyasî ji encaman nerazî ne û bi rêya alîgirên xwe li bajarên Iraqê xwepêşandan dane destpêkirin.

Bi taybet alîgirên milîsên Îranî yên wekî Heşda Şeibî ji encaman nerazî ne û encamên hilbijartinan red dikin.

Îro 18ê Cotmehê li navçeya Xalis a parêzgeha Diyale, ku rêya çûnûhatina Kerkûk û Bexdayê ji wir derbas dibe alîgirên partî û aliyên ku ji encamên hilbijartinan nerazî ne derketin xwepêşandanê û rêya sereke ya Kerkûk – Bexdayê daxistin.

Li cihê ku rê derbas dibe xwepêşanderan agir vêxistine û rêya çûnûhatina navbera Bexda û Kerkûkê girtine.

Parve bike: