Cîhan
Alavên tîma Brîtanya hatin dizîn!
Alavên tîma neteweyî ya futbolê ya Brîtanyayê dema ku ber bi navendên wan ên rahênanê yên li Kansas City, Missouri ve dihatin veguhestin, hatin dizîn. Tê ragihandin ku dizan pêlavên lîstikvanan, topên fermî yên tûrnûvayê, tabloyên taktîkî yên rahênerê sereke Thomas Tuchel û tîma wî û hemû alavên teknîkî yên rahênanê dizîn.
RûpelNews - Tîma neteweyî ya Brîtanyayê, ku niha beriya Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê ya 2026an li DYA'yê kampên xwe yên perwerdehiyê li dar dixe, di dema amadekariyên xwe de rastî bûyereke diziyê hat.
Li gorî raporên di çapemeniya brîtanî de, alavên tîmê dema ku ji kampa wan a li Floridayê dihatin veguhestin bo navendên perwerdehiyê yên li Kansas City, Missouri, hatin dizîn.
Hat ragihandin ku di nav alavên hatîn dizî de pêlavên lîstikvanan ên şexsî, gogên fermî yên Kûpaya Cîhanê, tabloyên taktîkî yên ku ji aliyê rahêner Thomas Tuchel û tîma wî ve dihatin bikaranîn û alavên teknîkî yên ku di dema rahênanan de dihatin bikaranîn, hebûn.
Di daxuyaniyekê de ji aliyê Rêvebiriya Polîsan a Kansas City ve, hat destnîşankirin ku lêpirsîn berdewam e.