TR KU AR
FB X IG
Jiyan

AKP: Dibe hilbijartin berya 18 ê meha hezîranê be

📅 02 rêbendan 2023 22:58

PeyamaKurd – Berdevkê AKP ê ya TirkiyêÖmer Çelik îro civîna çapemeniyê lidarxist û di gelek mijaran de rohniyê xist ser rojevê. Li ser pirasa bê wê hilbijaretina pêşwext çêbibe an na de got ku dibe tarîxa hilbijartinê hinekî bidin pêşwext. Çelik weha got:

“Niha li ser roja 18 ê hezîranê guftûgo tên kirin. Ji ber meha hezîranê tê wexta geşta hemwelatiyan û mehekî gelek bi herekete, li serê diaxifin. Lê ev nayê vateya ku wê hilbijaretina pêşwext çêbibe. Dibe tarîxê hinekî bidin pêş. Îrada me ew e ku di 18 ê hezîranê de bêkirin. Eger biryarekî bê dayîn ez ê bi we re parvebikim.”

Parve bike: