TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

AK Partî: Newroz dê bibe betlaneyeke fermî

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 02 nîsan 2026 17:31
Cîgirê Serokê AK Partî Kurşad Zorlu ragihand ji bo ku Newroz bibe betlaneyeke fermî dest bi xebatê kirine.

RûpelNews - Kurşad Zorlu diyar kir li Tirkiyeyê bi helkefta Cejna Newrozê roja 21ê Adarê dê bibe roja betlaneya fermî û ji bo vê yekê jî xebatên wan a li nav partiyê didomin.

Kurşad Zorlu beşdarî bernameya rojnamevan Sînan Burhan a li ser Youtubê bû û li ser proseya fermîbûna Cejna Newrozê axivî.

Zorlu ragihand armaca xebatên wan ew e ku Newroz bibe betlaneyeke fermî û ji bo vê hewl didin.

Zorlu got: “Ji bo fermîbûna Newrozê dixebitin, di mehên pêş me de ligel lijneyên pêwendîdar em dê biaxivin û paşê jî dê fermîbûna roja Newrozê bikeve rewacê.”

 

 

Parve bike: