Ajansa TASS ê, zayîata artêsa Rûsyayê ragihand
PeyamaKurd – Piştî şerê Rûsya û Ûkraynayê destpêkir, her dû dewlet zerarê mezin dane hev. Ajansa fermî ya deewleta Rûsyayê TASS ji bo demekî jimarên wendayên xwe da û paşî jê bir. Ajans ragihand ku Rûsya zayîatên zêde dide. Li gor jimarên ajansê:
“14 balafirên şer, 8 helîkopter,102 tank, 536 alavên zirxî, tesîsa 15 topvanan,1 SAM BUK-I, 3.500 leşkerên kuştî, birîndar û dîl hene. Ev zayiat ji zayîatên 2 şerên bi Çeçenistanê zêdetire.”
Di ragihandina ajansa TASS ê de ku paşî agahiyan jê bir weha digot:
“26 ê sibatê siet heya 12.00 artêşa federasyona Rûsyayê pêşdeçûnekî bidest nexistiye. Rûsya rastî berxwedanekî xwurt ya Ûkraynayê hat. Li gor çavkaniyên wezareta bergiriyê, zayîatên artêşa Rûsyayê bilez dewam dike.”
Rêjeyên asansa TASS ê û yên ÛKraynayê gelek nêzî hevin. Zayîatên terefê Ûkraynayê ji aliyê wezareta enduristiyê ya Ûkrayna de hatibûn ragihandin. Lİ gor wezaretê 198 kes mirine û 1.115 kes birîndar bûne.