TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Ahmet Turk: Hêviya min ji pêvajoya aştiyê şikest

Cesim İlhan
Edîtor
📅 13 hezîran 2026 14:37
Ahmet Turk derbarê pêvajoya çareseriyê de ragihand ku ji ber ku tu gaveke berçav nehatiye avêtin hêviya wî ji pêvajoyê nîn e bi taybet piştî kiryarên li dijî CHPê gavavêtina bo Kurdan xeyalperestiyê ye.

RûpelNews - Siyasetmedar Ahmet Turk derbarê pêvajoya çareseriyê ya ku bi mebesta çareserkirina pirsgirêka Kurd de hatibû destpêkirin û ev sal û nîveke berdewam dike ji RûpelNewsê re axivî.

"Aqliyetek heye ku mijara gavavêtinê tim paş dixe"

Ahmet Turk di çarçoveya pêvajoyê de heta niha neavêtina tu gavên yasayî rexne dike û gazinda xwe wiha anî ziman:

"Mentiqekî paşvexistinê heye ku heta niha tu xebateke yasayî nehatiye kirin. Neavêtina tu gavên berbiçav heta niha di nav civakê de dibe sedema bertekeke mezin. Em di nav gelê Kurd de zêdebûna hesta nebaweriyê û nerehetiyê dibînin, û ez bixwe jî dikarim bêjim hêviya min şikest."

"Meseleya kurd meseleya maf û azadiyan e"

Ahmet Turk diyar kir ku pirsgirêka Kurd tenê bi danîna çekan nayê çareserkirin û wiha got:

"Bê guman, girîng e ku çek bê danîn û neyên bikaranîn. Lêbelê, heta ku maf û azadî neyên garantîkirin, danîna çekan dê pirsgirêkê çareser neke. Mesele maf û azadiyan e. Ya girîng rakirina zexta li ser ziman û nasnameya kurdî ye. Em ne cudakar in; em ji bo yekbûnê hewl didin."

"Bendewariya gavavêtin niha xeyalperestiyê ye"

Der barê vegera kar a şaredarên ku ji karên xwe hatin dûrxstin û qeyûm li şûna wan hatin tayînkirin de Ahmet Turk wiha got:

"Piştî van aloziyên di nav CHPê de, ez bawer nakim ku em ê vegerin ser karê xwe. Heya ku operasyonên wiha li dijî CHPê tên meşandin, hêvîkirina pêşketineke ku dê rehetîyê bîne ji bo Kurdan, xeyaleke pûç e. Niha rewşeke aloz û kaos heye, bawer nakim ku di rewşeke wiha de desthilat gav bavêje û niyeta wan a wiha jî tune."

"Gotinên Erkan Baş ne gotineke ku şoreşgereki bibêje"

Ahmet Turk diyar kir ku ew ji şîroveya Erkan Baş a ku digot "Dibe ku em nikaribin bi namzedekî ku zimanê wî yê dayikê Kurdî ye re koalîsyonekê ava bikin" şaş mane, û lê zêde kir ku wan li benda gotineke wiha nebûn. 

Turk derbarê gotinên Baş de wiha axivî: "Ew gotin ne gotineke ku sosyalîstekî an jî şoreşgerekî bibêje. Em her dem hêviya hevgirtineke di navbera hêzên şoreşger ên Tirkiyeyê de dikin, lê helbet biryar ya wan e ku bidin."

 

 

 

Parve bike: