Aborînasê Îranî hisyariya “raperîna tevahî” da
PeyamaKurd- Mamostê aborînas yê fakulteya aboriyê ya Zanko ya Zehrayê ya Îranê Huseyin Ragfer, ragihand ku krîza aborî ya li Îranê xelkê ber bi raperînê ve dibe.
Ragfer di kongreya 9 emîn ya partiya îrada milletê de axifî û di derbarê sedemên ji ber krîza aborî de, hişyariyê da rêvebirên Îranê ku dikare bibe sedema raperîna xelkê.
Ragfer got ku sedema pirsgirêkê, ji maqamê “biryar dayînê” dertê û desthilatên biryarê didin, kesên xwedî sermaye ne.
Li gor malpera Baharnewsê Ragfer weha dewam kir:
“Faktora derfetên ne wekheviyê, feqîriyê zêde dike. Feqîrî baweriyê dişkêne. Eger yek ji sinifa civakê weka xwarinê an tinekirinê li yekî dinê binêre, ev ji derfeta newekheviyê tê.”
Ragfer got ku ew di mijara bobelateka civakî de rêvebiriyê hişyar dike, biryara rêvebiriyê ya di derbarê dowîzan de, xelkê xistiye halekî nexweş û dema xelk serê sibê radibe, dibîne ku sermaya wan heliya ye. Taqeta wan kesên ku bi alîkariyê jiyana xwe dewam dikin nemaye. Xwe şewitandina mirovan, depresyon û zêdebûna nexweşînên psîkolojîk, zêdebûna sûcên adî û koça mêjî perçeyên ji raperînê ne.