Cîhan
88 koçberên derbasî Spanyayê dibûn jiyana xwe ji dest dan
Hejmara koçberên qaçax ên ku dema hewl didan derbasî xaka Spanyayê ya Ceutayê ya li Bakurê Afrîkayê bibin jiyana xwe ji dest dan bû 88.
Wêne: Reuters
RûpelNews - Vegera koçberên qaçax ên ên ku ji Marokoyê derbasî bajarê Spanyayê Ceuta bûbûn, berdewam dike. Tê texmînkirin ku ji 30ê Tîrmehê ve nêzîkî 73 hezar û 500 koçberên qaçax ji Ceutayê vegeriyane Marokoyê.
Li gorî raporeke rojnameya El País, rayedarên li Ceutayê ragihandine ku hejmara koçberên qaçax ên ku di hewldana derbasbûna ji Marokoyê bo Spanyayê de jiyana xwe ji dest dane, bû 88.
Di vê navberê de, hat ragihandin ku deriyê sînorî ya Beni Ensar a bi Marokoyê re ya ku Spanyayê di 31ê Tîrmehê de girtibû, duh ji nû ve vebû.