Cîhan
4 leskerên Îranê birîndar bûn
PeyamaKurd- Li Kurdistana Îranê di navbera hêzên dewleta Îranê û grûbeka çekdar de şer û pevçûn derket. Di encamê de 4 leşker birîndar bûn.
Bûyera ku do êvarê qewimî, ji aliye cîgirê waliyê eyaleta Kurdistanê de hat piştraskirin. Cîgir Huseyîn Huşikbal ragihand ku leşkerên birîndar birine nexweşxanê û yên ku qewimandinê kirine reviyane.
Heya niha ti kes an gûbekî bûyerê hilnedaye ser xwe.