33 endamên nû ji bo Meclisa Partiyê ya DEMê hatin hilbijartin
RûpelNews - 5emîn Kongreya Mezin a Asayî ya DEM Partiyê li Navenda Çandî ya Nazim Hikmet a li Enqerê hate lidarxistin.
Piştî hilbijartinên ku di kongreyê de hatin kirin, 33 endamên nû tevlî Meclisa Partiyê ya 80 endamî bûn.
Endamên nû kî ne?
Endamên nû yên Meclisa Partiyê ev in:
Asiye Kolçak, Ayfer Fatma Çelik, Aylin Hacaloglu, Berdan Gunduz, Berivan Elter, Berna Çelik, Besriye Tekgur, Cemile Turhalli, Çigdem Kose, Dogan Erbaş, Ekaterini Nikolao, Ekrem Baran, Elif Çoban, Emin Orhan, Eylem Saruca, Fikret Melih Çolakogullari, Hakki Saruhan Oluç, Hasip Şan, İbrahim Ateş, Mehmet Resul Baykara, Metin Kilavuz, Muhsin Dalfidan, Nayif Bulga, Omer Kulpu, Sabuha Akdag, Sadet Firat, Sedat Şenoglu, Sevda Çelik Ozbingol, Seyfettin Aydemir, Sezgin Kartal, Turkut Çatar, Vaysi Unat û Zeyyat Ceylan.
Komîteya Disîplînê û Lihevkirinê jî hatiye tayînkirin
Bedia Boran Bulut, Cumhur Ege, Emine Akyazili, Eylem Arzu Kayaoglu, Huseyin Gozen, Metayin Demir û Zeynep Nilgun Salmaner wek endamên asayî yên Komîteya Disîplînê ya Navendî hatin hilbijartin. Pirozhan Karali Guler û Sedat Bilgin wek endamên yedek hatin tayînkirin.
Ayşe Erdem, Fatma Ayparçasi, Gonca Yangoz, Mehmet Salih Yildiz û Nevzat Anuk wek endamên sereke yên Komîteya Lihevkirinê hatin hilbijartin. Deniz Yalçin û Naif Eroguz wek endamên yedek hatin tayînkirin.