TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

21 kesên ji ber berfê li Sîdekanê asê mabûn hatin rizgarkirin

📅 29 berfanbar 2025 10:54
Operasyona lêgerîn û rizgarkirinê ya ji bo 21 kesên ku li zozanên Lolanê yên ser bi bajarokê Sîdekanê ve winda bibûn, bi serkeftî bi dawî bû.

EuronuNews- Qaymeqamê Sîdekanê Îhsan Çelebî ragihand ku piştî du rojan ji asêmanê di bin berf û bahozê de, her 21 kes sax û silamet hatine dîtin.

Çelebî diyar kir ku ji koma rizgarkirî 13 kes welatiyên Rojhilatê Kurdistanê û 8 kes jî welatiyên Herêma Kurdistanê ne. Her weha qaymeqam gotegotên derbarê mirina du kesan de derewand û destnîşan kir ku tenduristiya her 21 şivanan baş e. Hat zanîn ku kûrahiya berfê li herêmê gihîştiye 2 metreyan û ev bûye sedema asêmana wan.

Parve bike: