Cîhan
19 welatên Ewropa daxwaza vegera penaberan kirin
Serokên 19 welatên Yekîtiya Ewropayê daxuyaniyeke hevpar îmze kirin ku tê de daxwaz dikin penaberên redkirî ji bo kampên li derveyî Ewropayê bên şandin. Serokên Fransa û Îspanyayê bertek nîşanî daxuyaniyê dan.
RûpelNews - Li gorî raporeke Euronewsê, di civîna welatên Yekîtiya Ewropayê de li ser şandina penaberên ku xwe spartine Ewropayê nîqaşên tund derketin.
Îtalya û Danîmarkayê di serî de bi giştî serkirdeyên 19 welatên Yekîtiya Ewropayê pêşniyarekê amade kirin û îmze jî avêtin ku penaberên hatine redkirin bên şandin bên şandin kampên deportkirinê yanê derveyî sînorên Ewropayê.
Serkirdeyên Fransa û Îspanya li dijî vê pêşniyarê derketin û bertek nîşan dan.
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez proje bi tundî rexne kirin û diyar kirin ku ew bi tevahî li dijî nirxên Ewropayê ye, dê bibe îsrafa çavkaniyên darayî û dê têkiliyên bi welatên Afrîkayê re xera bike.