TR KU AR
FB X IG
Cîhan

136 sehîdên komkujiya Kampa Zêwe hatin bîranîn

📅 09 hezîran 2021 16:12

PeyamaKurd – Îro salvegera 36emîn a bombebarana Kampa Zêwe ya Rojhilatê Kurdistanê ye.

Li mûzexaneya bîranînên şehîdên Soranê bi boneya 36emîn salvegera bombebarana kampa Zêwe ya Rojhilatê Kurdistanê, tacegul li pêş wêneyên şehîdên karesatê hat danîn û şehîdên Kampa Zêwe hatin bibîranîn.

36 sal berî niha rojekî wek îro balafirên şer ên rejîma Beas a Iraqê kampa Zêwe ya li Rojhilatê Kurdistanê bombebaran kirin ku xelkê penaberên başûrê Kurdistanê tê de niştecih bûn,

Di wê bombebaranê de 136 penaberên bê guneh ku piraniya wan jin û zarok bûn şehîd bûn û bi sedan kesên din jî birîndar bûn.

Wek rêzgirtina şehîd û qurbaniyên wê bombebaranê, li mûzexaneya Soran wêne û tiştên qurbaniyên wê bombebaranê hatine danîn û parastî ne.

Îro 9ê Hezîrana 2021ê di salvegera 36emîna wê komkujiyê de, rêveber û hejmarek karmendên muzexanê tacegul li pêş wêneyên wan şehîd û qurbaniyan danîn û ew bibîr anîn.

Parve bike: