111 parlamenterên CHPê ji bo kongreyê îmze kom kirin, dê çi bibe?
RûpelNews - Di nivîsa ku bi sernavê "Daxuyaniya Hevpar a Parlamenterên Partiya Gel a Komarî" hatiye weşandin de, hate tekezkirin ku di diyarkirina serokatiya partiyê û paşeroja wê de, îradeya delegeyan di serî de ye. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku divê biryarên derbarê araste û serokatiya partiyê de ji aliyê delegeyan ve bên dayîn.
Banga Kongreyeke Awarte
Parlamenteran destnîşan kir ku heke pêvajoya yasayî ya heyî bidome, dibe ku partî di derbarê bernameya kongreya xwe de rûbirûyê hin rîskan bibe û pêşniyar kir ku ji bo çareserkirina vê nediyariyê Kongreya Awarte di 12ê Tîrmeha 2026an de were lidarxistin.
Ozgur Ozel jî îmze kir
Di nav 111 parlamenterên ku daxuyaniya hevpar îmze kirin de Serokê Koma CHPê Ozgur Ozel, her wiha Murat Emir, Gokhan Gunaydin, Alî Mahîr Başarir, Sezgîn Tanrikulu, Namik
Tan û Velî Agbaba jî cih digirin
Her çend daxuyaniyê tekezî li ser pabendbûna bi parastina avahiya sazûmanî ya partiyê û pêvajoyên wê yên demokratîk kir jî, eleqeyeke mezin heye ku serokatiya CHPê dê di dema pêş de çi rêbazê bişopîne.